Tevgera Îslamî: Hemû alî dibêjin mana Serok Barzanî di xizmeta Kurdistanê de ye

Hewlêr-KDP.info- Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) li gel Tevgera Îslamî ya Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de rêberê wê tevgerê ragihand ku, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dibêjin mana Serok Barzanî di xizmeta Kurdistanê de ye.
Îro Pêncşemê 27/8/2015 Partiya Demokrat a Kurdistanê bi Serokatiya Endamê Polîtburoya wê partiyê Mesrûr Barzanî serdana baregeha navendî ya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir û ji aliyê Rêberê giştî yê BIK Irfan Ebdulezîz ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de pirsên gerim yên di rojeva siyasiya Kurdistanê de bi taybetî pirsa çawetiya hilbijartina Serokê Kurdistanê û çend mijarên din yên girîng hatin giftûgokirin.
Piştî bi dawî hatina civînê jî di presskonferansekî de Serokên her du heyetan naveroka civînê bo raya giştî eşkere kirin û di wê konferansê de rêberê wê tevgerê ragihand ku, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dibêjin mana Serok Barzanî di xizmeta Kurdistanê de ye û eger tifaqek çênebe, pêwîst e hibijartinên pêşwext pêk werin.




