Şanda PDK û Partiya Komonîst civiyan

Hewlêr-KDP.info- Şanda PDKê li gel şanda Partiya Komonîst a Kurdistanê civiya û di wê civînê de behsa pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê û civînên aliyên siyasî hate kirin.
Îro Pêncşemê 27/8/2015 şanda partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî serdana partiya komonîst ya Kurdistanê kir û ji aliyê Cîgirê Sekreterê giştî yê vê partî Dr. Kawe Mehmûd ve hate pêşwazîkirin.
Di civîna han de rewşa Kurdistanê û herwiha pirsa Serokatiya Kurdistanê hatin nîqaşkirin û beha çawetiya lihev kirina part û aliyên siyasî li ser wan mijaran hate kirin




