26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hinek bixwazin rewşê aloz bikin, yên ku parastina destkeftan bikin ji wan zêdetir in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, metirsî li ser statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê tine û got, mayîna Serok Barzanî li ser erka xwe pêşiya valahiya qanûnî girtiye.  

Hevdîtin û diyaloga partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo çareserkirina kirîza serokatiyê didomin. Di çarçoveya wan hevdîtinan de, şandeke PDKê serdana Partiya Sosyalîst a Kurdistanê kir.

Piştî civînê, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Mihemed Hacî Mehmûd û berpirsê şanda PDKê û endamê Polîtburoya wê partiyê Mesrûr Barzanî, li ser naveroka civînê agahî dan rojnamevanan.

Mihemed Hacî Mehmûd li ser naveroka civînê got, me li ser çawaniya çareserkirina kirîza serokatiyê gotûbêj kir. Nêrînên me nêzîkî hev bûn.

Hacî Mehmûd anî ziman ku ewa ku niha li Herêma Kurdistanê heye, geşbûna siyasî ye û nakokiyên siyasî derbasî nav hêzên Pêşmerge nebûye.

Li ser wan îdiayên ku dibêjin Partiya Sosyalîst bûye “pêveka PDKê” jî Hacî Mehmûd got, em li ser tevahiya bûyer û mijarên siyasî xwedî nêrînên xwe yên taybet in, em nebûne pêveka ti partiyekê…

Mesrûr Barzanî jî ku di heman demê de Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ye jî got, em kêfxweş in ku Pêşmerge û hêzên leşkerî tevlî nakokiyên siyasî nebûne, ev jî nîşana siyaseta hekîmane ya Serok Barzanî ye.

Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir ku metirsî li ser statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê tine û got, eger hinek kes bixwazin rewşê aloz bikin, bêguman yên ku parastina destkeftên Kurdistanê bikin ji wan zêdetir in.

Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî anî ziman, nabe mesela serokatiyê tenê wek meseleya mayîna Barzanî were dîtin û got, valahiya qanûnî nemaye çimkî Barzanî li ser erka xwe ye
 

Nûçeyên têkildar