NY spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke ser bi NY kir û di wê hevdîtinê de şanda mêwan ji ber ew hevkariyên ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve pêşkêşî penaberan hatine kirin spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir.
Îro Çarşemê 26/8/2015 li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke NY ya bi Serokatiya nunerê NY yê li Iraqê kir.
Di civînê de heyeta mêwan jiber ew hevkariyên ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve pêşkêşî penaberan hatine kirin spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir.
Heyet herwiha spasiya hemahengî û hevkariya navbera dezgehên hikûmet li gel ajansên ser bi NY kir û eşkere kir ku ew amareke rast li ser hijmara penaberan li Kurdistanê de dabîn kirine û vê li gor amara han di pêşerojê de bikaribin baştir hevkariya penaberên heyî yên li Kurdistanê de bikin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya heyeta ser bi NY kir û jiber hewldanên wan yên bo hevkarî kirina penaberan jî spasiya wan kir û tekez li ser piştgîriya hikûmeta Kurdistanê bo karûbarên ajansên ser bi NY li Kurdistanê de kir.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa deverê bi giştî û yê Iraq û rewşa penaberan jî bi taybetî hate nirxandin û rewşa şerê dijî terorîstên DIŞIê jî hate şîrovekirin.




