Mîranî: Aliyên siyasî lihev nekin, baştirîn rê raya gel e

Hewlêr-KDP.info- Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDK ragihand ku, partiya wî berdewam beşek ji para xwe û ji mafê xwe kiriye qurbanî tifaqê û eger aliyên siyasî lihev nekin û negihên tifaqekê, baştirîn rê raya gel e.
Îro Sekreterê Polîtburoya PDK Fazil Mîranî li baregeha Polîtburoya PDK pêşwazî li Parlamenterê Brîtanya Nedîm Zehawî kir.
Di wê hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û herdu alî yêknêrîn bûn ku pêwîst e alîkariyên Brîtanya bo Hêzên Pêşmerge di hemû waran de zêdetir bibin.
Mîranî ragihand ku, partiya wî berdewam beşek ji para xwe û ji mafê xwe kiriye qurbanî tifaqê û eger aliyên siyasî lihev nekin û negihên tifaqekê, baştirîn rê raya gel e.




