26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serkeftinên Pêşmerge pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî Hêzên Pêşmerge yên li Kerkûkê kir û tê de ji ber serkeftinên îro destxweşî li wan kir û sersaxî ji malbatên şehîdar re xwest.

Hêzên Pêşmerge îro ji bo standina gundên girêdayî bajarokên Daqûq û Xurmatû û dûrkirina metirsiya DAIŞê ji ser Kerkûkê, dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin û di encamê de 10 gundên wê deverê ketin destê wan de.

Serok Barzanî bi rêya Serokatiya Herêma Kurdistanê peyamek pêşkêşî pêşmergeyên wê deverê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: “Piştî ku Hêzên Pêşmerge li Başûrê Kerkûkê dest bi operasyoneke berfireh, her yek ji Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û Serperiştiyarê Eniyên Kerkûkê Mihemed Hacî Mehmûd û Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û Fermandarê Yekîneya 70 Ceifer Şêx Mistefa li ser erdê di operasyonê de beşdar bûn û bi rêya telefonê zanyarî û agahî derbarê serkeftinên Hêzên Pêşmerge û şikestinên terorîstên DAIŞê û azadkirina hemû cihên di hindurê pilanê de bûn, dan Serok Barzanî.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Her di wê pêwendiyê de Kosret Resûl û Mihemed Hacî Mehmûd û Mistefa Seyid Qadir û Ceifer Şêx Mistefa ji ber van serkeftinan, pîrozbahî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kirin.”

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: “Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî destxweşî li Kosret Resûl û Mihemed Hacî Mehmûd û Mistefa Seyid Qadir û Ceifer Şêx Mistefa û hemû Pêşmerge û fermandar û hêzên asayişê yên ku di wê operasyonê de beşdar bûn, kir, herwiha spasiya qehremaniya wan kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.”

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî sersaxî li malbatên şehîdan kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re jî xwest.

 

Nûçeyên têkildar