Emîd Barzan: Niha em li xala dawî ya sînorê Kurdistanê ne..Me11 km azad kir

Kerkûk-KDP.info- Emîd Barzan Ehmed Xale Alîkarê Berpirsê Lîwaya 6 a Bejayî ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve ragihand ku, di êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge de û ji wan re hatibû diyarkirin, herdu gundên Ebû Zerge û Zerge ku dikevin sînorê Xurmatû azad kirin û niha ew li 2 xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin.
Alîkarê Berpirsê Lîwaya 6 a Bejayî ya ser bi Wezareta Pêşmerge Emîd Barzan Ehmed Xale ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji saet 05:00 serê sibehê lrişa lîwaya 6 dest bi operasyonê kirin û herdu gundên Ebû Zerge û Zerge ku dikevin sînorê Xurmatû azad kirin û niha me kariye 10 heta 11 km pêşve biçin.”
Emîd Barzan Ehmed Xal wiha got: “Bi azadkirina wan herdu gundan li eniya Xurmatû, tevahiya sînorê Herêma Kurdistanê ketiyr destê Hêzên Pêşmerge de û niha li wir bi cih bûne.”




