Emîd Barzan: Pêşmerge li xala dawiyê ya sînorê Herêma Kurdistanê ne

KDP.info- Xurmatû- Cîgirê feramndarê lîwaya 6 a piyade ya Pêşmergeyên Kurdistanê, Barzan Ehmed Xale, ragehand ku di êrîşa berfireh a ku ji bo wan hatibû diyarkirin, her du gundên Ebûzrege û Zrege ku dikevine sînorê Xurmatû, azadkirine û niha ew li xala dawî a sînorê Herêma Kurdistanê cî girtine.
Barzan Ehmed Xale ji KDP.info re ragehand ku, operasyon demjimêr 5 ji serê sibeha îro Çarşemê destpêkiriye, di encamê de Pêşmergeyên Kurdistanê karîn ji 10 heta 11 KM ji dest terorîstên DAIŞê rizgar bikin.
Barzan Ehmed ragehdna jî ku, bi azadkirina her du gundên Ebûzrege û Zrege li eniya Xurmatû, tevaya sînorên Herêma Kurdistanê, tevaya sînorê Herêma Kurdistanê ketiye dest Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, niha jî wan li wê xalê cih girtiye.
Navborî eşkere kir ku, tîmên endezyariyên ên ser bi Pêşmergeyan ve, karîn teqmenî û mayînên ku DAIŞê li her du gundan danîbûn, pûç bikin, ti ziyan jî negehiştiye Pêşmergeyan.




