26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY, Îran û Bulgariya sersaxiyê li PDKê û malbata şehîd Ferîdon Ciwanroyî dikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Hewlêr- Di sê peyamên cûda de, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê, Cîgirê Konsul Giştî yê Îranê û Balyozxaneya Bulgaristanê li Herêma Kurdistanê, dilgiranî û hevxemiya xwe bo jidestdana şehîd fermande û endamê polîtbîroya PDK Ferîdon Ciwanroyî anîn ziman.

Her sê nûneran peyamên xwe arasteyî Serok Barzanî û balata xwedê jê razî û endam û alîgirên PDK kirine.

Ev jî naveroka daxuyaniyan e:

Em dilgiran bûn bi nûçeya koça dawiyê ya serkirde Ferîdon Ciwanroyî.

Partiya Demokrata Kurdistanê, gelê Kurdistanê fermandarekî qehreman û siyasetmedarekî biwêr ji dest dan. Min ji nêzîk ve ew ê birêz nasdikin û bi karîn û dilsoziya wî bo gel û axa Kurdistanê gelek matmayî bûm. Bi koça wî ya bê wade ne ten Partiya Demokrata Kurdistanê zeremend bû, lê xesaretê bû bo gelê Kurdistanê ji ber ku ew ê birêz di hemû jiyana xwe de Pêşmergeyê gelê Kurdistanê bû, ji bo wê yekê jî li cem hemû aliyan xweşdivî bû. Ji xweda hêvîdarin ku aramiyê bi heval û malbata wî bibexşe.

Sokol Kondî

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê

———————

Bo serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya birêz

Pişrî hewlapirsînê, bi dilgiraniyeke mezin nûçeua koça dawiyê ya Pêşmergeyê dêrîn Ferîdon Ciwanroyî fermanderê eniya Xazirê gehişte me, ku ji encama bûyereke hatinûçûnê de can sapartibû.

Kolsulxaneya Komara Islamî ya Îranê daxwaza dilrihetiyê ji we û tevaya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê re dixwaze. Hevdem ji xwedanê yezdan hêvî dikin ku padaşta bêpayan a fermandarê koçkirî û tevaya hevsengerên şerê li dijî DAIŞê bide. Dubare daxwaza sebûrî û aramiyê ji xweda bo hemû aliyekî dixwazin.

Muhsin Wefayî

Cîgirê Giştî yê Konsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê

————————-

Bi xembariyeke mezin nûçeya koça dawî ya ji nişkê ve a fermanar Ferîdon Ciwanroyî gehişte me, ku hemû jiyana xwe wek Pêşmergeyên Kurdistanê derbasê kiribû, hevdem endamekî diyar ê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê a birêz bû. Pirse sereweşiya xwe arasteyî Serok Barzanî, polîtbîro, serkirdayetî, endam û alîgirên Partiya Demokrata kurdistanê û malbata koçkirî dikin, xwedayê dilovan wî bi beheştê şad bike.

Dimitri Ogrinouve

Konsulê Giştî yê Bulgariya li Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar