Pêşdeçûna Pêşmergeyan li Kerkûkê berdewam e

KDP.info-Kerkûk- Serê sibeha îro Çarşemê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştgiriya firokeyên hevpeymanan, li her du eniyên Daqûq û Xazirê dest bi êrîşeke berfireh li dijî terorîstên DAIŞê kirin.
Rêveberê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê, Serhed Qadir, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, bi programeke leşkerî ye dariştî ji bo azadkirina hejmarek gund ji dest terorîstên DAIŞê li sînorê Daqûqê, Hêzên Pêşmerge dest bi êrîşeke berfireh kirin, heta niha jî 7 gund hatine azadkirin, operasyon jî berdewam e.
Serhed Qadir amaje bi rola firokeyên hevpeymana di piştgirîkirina Pêşmergeyan de kir, ew bi piştgiriyeke bi bandor jî binav kir.
Navborî eşkere kir ku, hejmareke zêde ji terorîstan ahtine kuştin, lê heta niha hejmat nehatiye zanîn, terorîst jî êdî ji ber êrîşa Pêşmergeyan direvin.




