25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Daqûq û Xurmatûyê Pêşmerge êrîşa berfireh birêve dibin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Kerkûk- Bi mebesta azadkirina gundên derdora Daqûq û Xurmatû ji dest terorîstên DAIŞê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh kirin.

Derbarê wê êrîşê de, Fermandarê Hêza 70ê ya Pêşmerge, Ceifer Şêx Mistefa, ragehand ku, heta hemû gunadan rizgar nekin, operasyonê ranawestînin.

Li gor zanyariyan, Pêşmerge li sînorê Daqûqê 10 gund û li sînorê Xurmatûyê 12 gund rizgar dorpêç kirine. Herwiha Hêzên Pêşmerge derbasî gundên Ebû Necim û Zerge bûne.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Fewca Yekê ya Lîwaya 6, Ehmed Bêşîrî, ragehand ku, Pêşmerge 10 KM pêşdeçûne, terorîstên DAIŞê li ber xwe nedane.

Di vê êrîşa Pêşmergeyan de, firokeyên hevpeymaniya navdewletî jî ji esmanan piştgiriyê didin operasyona Pêşmergeyam.

Nûçeyên têkildar