Neteweyên Yekbûyî pesnê rola Hikûmeta Kurdistanê dide

Hewlêr-KDP.info- Şandeke pilebilind ji rêxistina koça navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazî û alîkariya koçberan de, da.
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî li dîwana parêzgehê, pêşwazî li şandeke pilebilind ji rêxistina koça navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (IOM) kir.
Di wê hevdîtinê de behsa rewşa koçber û penaberan bi giştî û pirsgirêkên ewlehiyê û metirsiyên şerê li dijî DAIŞê li ser welatiyên sivîl hat kirin.
Herwiha şanda mêvan pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgeha Hewlêrê da, ew jî ji ber hevahengiya ligel ajansên navdewletî û navxwe bo alîkariya koçber û penaberan û ji ber pêşkêşkirina alîkariyan.
Şanda mêvan herwiha tekez li ser berdewamiya hevahengiyê di navbera herdu aliyan de kir, ew jî bo pêşxistina hewl û kara bo cihbicihkirina kar û bernameên alîkariya penaber û koçberan ji hemû aliyan ve.




