Parlamentoya Iraqê xebata Fereydûn Ciwanroyî bilind nirxand

Bexda-KDP.info- Parlamenterekî kurd li Bexdayê ragihand ku, di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de fatîhe li ser ruhê rehmetî Fereydûn Ciwanroyî hat xwendin û xebata wî bilind hat nirxandin.
Dr. Sîrwan Sîrînî Parlamenterê kurd li Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro parlamentoya Iraqê bi xwendina fatîhekê beşdarî di pirseya rehmetî Fereydûn Ciwanroyî de kir.”
Sîrînî wiha got: “Me daxwaz ji serokê parlamentoyê kir ku di nava parlamentoyê de fatîhe were xwendin, ew jî wek rêzgitin li xebat û têkoşîna zêdetirî 40 salî di nava rêzên pêşmergeyên Kurdistanê de.”




