Hollande: Divê Tirkiye bi Kurdan re diyalogê bike, bi DAIŞê re şer bike

Ajans-KDP.info- Serokomarê Fransa François Hollande ragehand ku divê Tirkiye li Suriyê li dijî DAIŞê têbikoşe û herwiha giftûgoya ligel Kurdan jî ji nûve destpê bike.
Serokomarê Fransa François Hollande, li Parîsa paytext di civîna dîplomatkaran de axivî û bang li Tirkiyê kir ku di tekoşîna li dijî DAIŞê de li Suriyê çalaktir bibe.
Hollande di axaftina xwe de behsa geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir û çend peyamek arasteyê Tirkiyê kir.
Serokomarê Fransa daxuyand ku welatên ku di herêmê de giringin dikarin bibin perçeyek çareseriyê bo têkbirina rêxistina DAIŞê û got: ”Divê Tirkiye li Suriyê di tekoşîna li dijî DAIŞê de cîh bigre. Giftûgoyên xwe yên ligel Kurdan jî ji nûve destpê bike.”
François Hollande di axavtina xwe de destnîşan kir ku cihê Serokê Suriyê Beşar Esed di dahatuya Suriyê de nîne.




