26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qubad Talebanî: Ciwanroyî axa Kurdistanê diparast..Jidestana wî ziyaneke mezin bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji ber koça dawî ya şehîd Fereydûn Ciwanroyî pirsnameyek ragihand û tê de behsa rola Ciwanroyî di parastina axa pîroz a Kurdistanê kir û got ku, jidestana wî ziyaneke mezin bû bo me hemûyan.

Qubad Talebanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Ez dilgiran im bi koça dawî ya hevalê têkoşer endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Serperiştiyarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazirê Fereydûn Ciwanroyî.”

Talebanî wiha got: “Ez pirse û sersaxiya xwe xwe pêşkêşî hemû heval û partiya wî û malbat û mervên Ciwanroyî dikim.”

Qubat Talebanî wiha doamdn: “Mixabin jidestdana Ciwanroyî ziyaneke mezin bû bo me hemûyan, bi taybetî ku di şerê li dijî terorê de û parastina axa pîroz a Kurdistanê de rolek
Berçav dît. Ji xwedayê mezin lavakar im canê wî yê paqij bi buhişta mezin şad bike û sebrê bide me hemûyan.”

Nûçeyên têkildar