Mesrûr Barzanî: Me fermandarek qehreman, Pêşmergeyek dilsozê Kurdistanê ji dest da

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta koça dawî ya fermandarê Pêşmerge Ferîdûn Ciwanroyî peyamek weşand û têde sersaxî bo hemû gelê Kurdistanê xwest.
Şêwirmendê Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî di peyama xwe de got: ”Me, bi dax û êşek pir zêde, şeva 24-25ê Tebaxê, birayek xweştivî, hewrê , serkirde û fermandarek qehreman, Pêşmergeyek dilsozê Kurdistanê û rêbaza pîroz a Barzanî ji dest da.”
Mesûr Barzanî di berdewma peyama xwe de sersaxî arasteyê malbata Ferîdûn Ciwanroyî, Serokê Herêmê, Mekteba Siyasî ya PDKê, hemû heval û hogirên wî, Pêşmergeyan û tevahiya gelê Kurdistanê kir.
Mesûr Barzanî got: ”Hêvîdarim ku hemû kesek bi berdewamkirina rêbazê şehîd û xizmet û keşoşînê, giyana pak a Kak Ferîdûn û hemû şehîdên Kurdistanê asûde bikin. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyana şehîd bi buhûşta berîn şad bike û li pal xema malbata wî be û sebrê bide me hemûyan.”
Fermandarê Pêşmerge li Eniya Xazir Ferîdûn Cîwanroyî şevê din li ser rêya Hewlêr û Xazirê di rûdanekê hatinûçûnê de jiyana xwe jidest dabû.




