Heyeteke PDKê beşdariya 8 min kongreya Lîberalên Cîhanê kir

Li ser wexandina fermî ya Serokê partiyên Lîberal yên Cîhanê heyeteke partiya demorkata Kurdistanê bi Serokatiya Berpirsê peyvendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî gehêşte Salêla Ac.
Di vê kongreya han de ku, Nunerên nêzî 150 welatên Cîhanê û Serokwezîr û Serokkomarên çendîn welatan tê de beşdarin vê heyeta partiya demokrata Kurdistanê jî peyvek pêşkêş bike û siyaset û nêrînên PDKê di derbarê hin mêjaran de rave bike.
Her di çarçoweya vê kongreya han de heyeta PDKê bi Serokê partiyên Lîberal yên Cîhanê re hevdîtinek pêk anî û spasiyên Serok Barzanî û Serokatiya PDKê pêşkêşî nav hatî kir û hêviya serkeftinê jî ji kongreyê re xwest.
Ji aliyeke din ve jî Serokê partiyên lîberal yên Cîhanê kêfxweşiya xwe ya li hember beşdarî kirina heyeta partiya demorkata Kurdistanê di vê kongreyê de diyar kir û behsa aramiya heyî ya li Kurdistanê de kir û ragihand ku, Kurdistan girava aramiyê ye li Deverê de.
Biryare heyeta partiya demokrata Kurdistanê di çarçoweya vê serdana han de bi çendîn kes û aliyên din re jî bicive.




