26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kak Feredûn bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî wefat kir û hertim navê vî jî weke qehremanekî dimîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta Feredûn Ciwanroyî kir û tê de jî ragihand ku, Kak Feredûn bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî wefat kir û hertim navê vî jî weke qehremanekî gelê me bi zindî dimîne.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta wefat kirina Feredûn Ciwanroyî persenameyek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Mixabin îro gelê me Fermandarekî jêhatî, pêşmergeyekî qehreman ji dest da ku bo min jî weke heval û birayekî gelek hêja û birûmet bû.

Şehadeta kak Feredûn Ciwanroyî ku endamê mekteb siyasiya PDKê û herwiha pêşmergeyekî dêrîn û Fermandarê mihwera Xazir ya hêzên pêşmerge bû, me gelek dilgiran û xemgîn kir, mixabin dema vedigeriya ser erkê xwe li eniyê şer bo parastina Kurdistanê di encama bûyereke dilsoş ya hatûçûyê de canê xwe ji dest da û çû rêzê karwana şehîdên serbilind yên Kurdistanê.

Ev têkoşerê qehreman tevahiya temenê xwe bo xizmeta gel û welatê xwe dabîn kiribû û di sala 1967an de hatiye nava refên Şoreşê û cêyê destê vî di nava her du Şoreşên Eylûl û Gulanê de diyare û sala derbasbûyî jî weke Fermandar û pêşmergeyekî jêhatî roleke gelek girîng di serkeftinên hêzên pêşmerge de lîstiye û heta dawî li hember terorîstan bi dilsozî şer kir lewre ji dest dana vî wendahiyeke mezine.

Kak Feredûn bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî wefat kir û hertim navê vî jî weke qehremanekî gelê me bi zindî dimîne.

Bi vê minasebeta han ya xemgîn perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge, Serkirdatiya PDKê, endam û alîgirên PDKê û tevahiya gelê Kurdistanê dikim û perse û hevxemiya xwe jî bo malbeta têkoşer kak Feredûn û tevahiya xizim û kesûkarên vî û hevalên rehmetî diyar dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim sebir û sebûrî bide tevahiya aliyan

Nûçeyên têkildar