25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi amadebûda Serok Barzanî, Ferîdûn Ciwanroyî li Pîrmam hat veşartin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cenazeyê endamê Polîtuborya PDKê û fermandeyê Pêşmerge li eniya Xazirê, Ferîdûn Ciwanroyî li bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê hat veşartin.

Îro danê sibê, cenazeyê Ferîdûn Ciwanroyî bi merasimekê li bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê hat veşartin.

Di merasimê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rayedarên PDKê, mirov û malbata Ciwanroyî û bi sedan welatî beşdar bûn.

Endamê Polîtuborya PDKê û fermandeyê Pêşmerge li eniya Xazirê (nêzîkî Mûsilê) Ferîdûn Ciwanroyî, şeva borî li ser rêya bajarokê Xebat û bajarê Hewlêrê, di encama bûyereke tirafîkê de jiyana xwe ji dest dabû.

Di wê bûyerê de pasewanekî Ciwanroyî jî jiyana xwe ji dest dabû û 5 pêşmerge jî birîndar bibûn.

Ferîdûn Ciwanroyî kî ye?

Navê wî yê rast, Ferîdûn Mihemed Beg Wekîlî ye. Sala 1950 li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê (girêdayî Kirmaşanê) ji dayîk bibû û sala 1967ê bibû pêşmerge û tevlî Şoreşa Îlonê bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî bibû.

Ferîdûn Ciwanroyî di 12emîn kongreya PDKê de bibû endamê Komîteya Navendî ya PDKê û di 13emîn kongreyê de jî bibû endamê Polîtburoya PDKê. Ciwanroyî ji roja 8ê Tebaxa par ve bibû fermandeyê Pêşmerge li eniya Xazirê.

Ew rayedarê PDKê, berpirsê Encumena Rêveberiya PDKê bû li bajarê Silêmaniyê.

Ferîdûn Ciwanroyî heta asta lîseyê xwendibû. Ciwanroyî bavê 6 zarokan bû. 

Nûçeyên têkildar