26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî bo aliyên siyasî: Em hemû şerîkê vî welatî ne..Çarenivîsa me bi hev re girêdayî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di dema pêşwaziya li hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de ragihand ku, ew hemû şerîkê vî welatî ne û em îro hemû di nava paporekê de ne û çarenivîsa me bi hev re girêdayî ye, lewma pêwîst e her 2 mehav ev civîn berdewam bibin.

Li baregeha sereke ya Polîtburoya PDK Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDK pêşwazî li hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.

Fazil Mîranî  ew civîn bi girîng da zanîn û tekez kir ku divê ev civîn her 2 mehan carekê pêk bên bo jihevfêmkirin û danûstandinan bi hevre bo gihîştin bi karê hevbeş û xizmeta berjewendiya welat.

Piştre Mîranî spasiya wan aliyên siyasî kir ku erkeke niştimanî lid or mijara serokatiyê ya Herêma Kurdistanê pêkanîne, di her şer û aloziyekê de yekem tişt ku dibe qurbanî mirovaiyê, piştre can û mal tê bê cidahiya navbera wan de.

Herwiha Mîranî balkişand ser wê yekê jî ku di sala 2003an de li Iraq û Kurdistanê her hikûmraniyek bi tifaqê bûye, lê niha mixabin dibêjin piştgiriya siyasî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tune ye, lê berovajî vê yekê ye. Herwiha tekez kir ku PDK li dijî kêmkirina kursiyên kota ye, û dixwaze kursiyên wan hêjî bên zêdekirin, ji ber ku rola wan di pêvajoya siyasî de berçav e û ev yek dibe sedema hêzî nêzîkirina neteweyên Kurdistanê ji hevdu.

Derbarê pêkanîna hikûmetê jî, Mîranî wiha got: “Em hemû dizanin ku tifaq di navbera aliyên siyasî de jibona berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê pêk hat û PDK beşek ji mafê xwe kir qurbanî da ku ev hikûmet a binke fireh bê avakirin û hemû kursiyên hikûmetê û serokatiya parlamento jî bi tifaqê di navbera aliyan de hate parvekirin, ji bo me jî parastina bidestxistina gelekî giringtir e ji kursî û pileyan.”

Sekreterê Polîtburoya PDK ji aliyekî di ve rewşa civînên 5 alî ji bo wan aliyên amade şirove kir û dîtina PDK jî ragihand ku amade ye beşdariyê bi hemû pêkhatên neteweyî û aliyên siyasî bike, ji ber ku ev pirseke niştimanî ye.

Her di civînê de aliyên siyasî jî dîtin û nêrîna xwe derbarê pirsa serokatiyê berçavkirin û tekez li ser canê niştimanperweriyê dûr ji berjewendiyên teng ên hizbî kirin û piştgiriya xwe ya temam dan civînên 5 alî ji bo gihîştin bi tifaq û parastina yekrêziya gelê Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar