Hêmin Hewramî: Hilbijartina serok ji aliyê xelkê ve demokrasiyê zêdetir dike

Hewlêr-KDP.info- Hêmin Hewramî di pêşwaziya şandeke Balyozxaneya Brîtanya li Iraqê de helwesta PDK bi zelalî diyar kir, ku dixwaze serok her car ji aliyê gel ve were hilbijartin ji ber ku ev yek ware demokrasî û beşdariya siyasî zêdetir dide welatiyan û kultûrê siyasî û demokrasî batir dike.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî pêşwazî li berpirsê siyasî yê Balyozxaneya Brîtanya li Iraqê û şanda pê re kir û berpirsê siyasî yê Konsulxaneya Brîtanya li Hewlêrê kir.
Derbarê pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê, Hewramî helwesta PDK bi zelalî diyar kir, ku dixwaze serok her car ji aliyê gel ve were hilbijartin ji ber ku ev yek ware demokrasî û beşdariya siyasî zêdetir dide welatiyan û kultûrê siyasî û demokrasî batir dike.
Hêmin Hewramî tekez kir ku PDK ligel wê yekê ye ku pirsên wisa girîng bi tifaqê çareser bibin û berdewam jî ligel yekrêzî û lihevkirinê ye û dibêje, eger aliyên siyasî negihîştin tifaqekê bila gel raya xwe li ser wê yekê bide ku serok her car çawa bê hilbijartin.
Şanda mêvan jî spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku şerê DAIŞê dikin û tekez kir ku ewê li ser alîkariyên bo Hêzên Pêşmerge berdewam bin. Herwiha da zanîn ku pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê li cem Brîtanya û hemû cîhanê girîng e û pêşwaziyê li tifaqa aliyên siyasî li Kurdistanê digerin. Herwiha da zanîn ku aramî û asayişa Herêma Kurdistanê ji hemû cîhanê re girîng e ji ber ku Hêzên Pêşmerge bi bandortirîn hêza li dijî DAIŞê ye.




