25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Norwêj dê hevkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge berdewam bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Norwêjî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan eşkere kir ku Norwêj dê hevkariyên xwe bi taybetî di warê perwerde kirin û dabînkirina amûrên leşkerî de bo Hêzên Pêşmerge bidomîne.

Îro Duşemê 24/8/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Norwêjî kir ku ji her wezîrê derve yê vê welatî Burg Berndy û wezîra berevanî ya vê welatî Xatû Inna Erksin û çend dîplomatên Norwêjî pêk hatibû kir.

Di hevdîtinê de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya lihember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û herwiha spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku kariye hinek ji wan kêşeyan ku di destpêkê şerê dijî terorîstên DAIŞê de serî hildabûn çareser bike.

Heyet herwiha rêzdariya xwe jî bo gelê Kurd diyar kir ku kariye hembêza xwe bo hijmareke zêde ji penaberên deverên din veke û wan biparêze û xizmetgozariyên curbicur pêşkêşî wan bike û diyar kir ku civaka cîhanî jî bi girîngî li wan hewldanên hikûmeta Kurdistanê dimizîne.

Heyet di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku civaka cîhanî bi rêzdarî li qehremaniya hêzên pêşmerge jî dibîne ku karîne di şerê dijî terorîstên DAIŞê de serkeftinê bidest bixin û terorîstan rastî şikestê bikin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de wezîra berevanî ya Norwêjî jî eşkere kir ku Norwêj dê hevkariyên xwe bi taybetî di warê perwerde kirin û dabînkirina amûrên leşkerî de bo Hêzên Pêşmerge bidomîne.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya heyeta mêwan kir û herwiha spasiya hikûmet û gelê Norwêjê jî kir ku di rojên dijwar de hevkariya gelê Kurd kirine û hêvî xwest ku hevkariyên han bidomin.

Derbarê rewşa penaberan de jî Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Norwêj û civaka cihanî kir daku zêdetir hevkariya wan penaberan bikin.

Di dawiya civîna han de behsa rewşa siyasî û leşkerî ya Iraq û deverê, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hatin nirxandin
 

Nûçeyên têkildar