Pêwîst e alîkariyên bo Hêzên Pêşmerge zêdetir bibin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî pêşwazî li parlementerê Berîtanî Nedîm Zehawî kir û di wê hevdîtinê de, her du alî li ser zêdetirkirina hevkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge hemfikir bûn, bi taybetî ji aliyê Berîtanyayê ve ku endamekî çalak a hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê ye.
Îro Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parlementerê parlementoya Berîtanyayê Nedîm Zehawî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û leşker û pêşhatên dawî yên leşkerî li Kurdistanê de hatin nirxandin û her du alî li ser zêdetirkirina hevkariyên leşkerî bo hêzên pêşmerge hemfikir bûn, bi taybetî ji aliyê Berîtanyayê ve ku endamekî çalak a hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê ye.
Derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku lazime diyalog û danûstandin di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de bo çareserkirina kêşeyan were domandin û lazime part û aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser esasê berejwendiyên nîştimanî û ewlekariya Kurdistanê bigehêjin lihevkirinekî.
Derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê de Nedîm Zehawî jî diyar kir ku di çarçoveya bernameya serdana xwe ya bo Kurdistanê vê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive.
Zehawî eşkere kir ku peyamê min bo gelê Kurd ewe ku lazime yekgirtî bin jiber ku rêya yekane ya serkeftina Kurdistanê di yekgirtinê deye.
Di berdewamiya civîna han de behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriya û deverê jî hate kirin.




