26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî dîsa bang li PKK û Tirkiyê kir: Vegerin ser maseya diyalogê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel 2 wezîrên welatê Norwêjê de ragihand ku, pêwîst e PKK û Hikûmeta Tirkiyê vegerin ser maseya diyalogê û aştiyê. Herwiha da zanîn ku ji bo pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike, Herêma Kurdistanê amade ye alîkariyê bide.

Îro li bajarokê Selahedîn Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a welatê Norwêjê kir, ku ji Wezîrê Derve Borge Brende û Wezîra Bergiriyê ya Norwêjê Ine Soreide û hejmarek şêwirmend û karmendên wezaretên derve û bergiriyê pêk dihat.

Di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ragihand: "Tişta ku îro li Herêma Kurdistanê diqewime mijareke sirûştî û normal e û ji encama jiyana demokratîk e. Herwiha pêvajoya siyasî her çawa be, bandora xwe ya xerab li Hêzên Pêşmerge û hêzên asayişê di şerê li dijî terorîstan de û li ser aramiya navxwe nake."

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ronahî xist ser rewşa meydanî ya eniyên şer û behsa amadehî û moralê bilind ê Hêzên Pêşmerge asayişa Kurdistanê kir û ragihand: "Pêşmerge û asayiş di hemû deman de amade ne ji bersivdayîna terorîstan re û ji parastina destkeftên gelê Kurdistanê re."

Derbarê alozî û nakokiyên di navbera Artêşa Tirkiyê û PKK de, Serok Barzanî wiha got: “Şer bijardeyekî xirab e û pêwîst e di dawiyê de herdu alî vegerin ser maseya diyalogê û aştiyê, herwiha ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê, Herêma Kurdistanê amade ye alîkariyê bide.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Norwêj Borge Brende li ser rola ku di serkirdatiya şerê li dijî DAIŞê dibîne, spasiya serokê Herêma Kurdistanê kir û got: “Amadebûna Barzanî di eniyên şer de, ruh û moraleke mezin da Hêzên Pêşmerge û bû sedema serkeftina wan di şer de.”

Borge Brende ji Serok Barzanî re wiha got: “Norwêj berdewam dibe li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê di hemû qonaxan de.”

Herwiha Wezîra Bergiriyê ya Norwêjê Ine Soreide jî di wê hevdîtinê de, spasiya wê hevahengiya mezin a di navbera şêwirmend û leşkerên welatê xwe û Hêzên Pêşmerge de kir.

Ine Soreide pêvajoya perwedeya pêşmergeyan bi serkeftî da zanîn.
 

Nûçeyên têkildar