26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fûad Husên: Di civîna Çarşema bê de, dê çend biryar derkevin

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Dr. Fûad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hêj aliyên siyasî negihîştine biryara dawî û roja Çarşemê dê careke din bicivin û di civînê de çend biryaran bidin.

Civîna 5 alî ya navbera her 5 partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê, ku îro li hotel Cuwan a bajarê Silêmaniyê hatibû lidarxistin, bi dawî hat.

Dr. Fûad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hêj aliyên siyasî negihîştine biryara dawî û roja Çarşemê dê careke din bicivin û di civînê de çend biryaran bidin.

Civîna îro berdewamiya hewlên aliyên siyasî bo lihevkirinê bû û di dirêjiya civînên 5 alî yên hetfeya borî derbarê çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatibû lidarxistin û zêdetirî 4 saetan dom kir.

 

Nûçeyên têkildar