26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fadil Mîranî: Mixabin vê carê rewşa xudî ne bi arasteyê bidestxistina armanca mezin e

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fadil Mîranî, di hevpeyvînekê de ligel televîzyona al-Arabiya de balkişande sder çendîn pirsên girîng ên di rojevê de.

Derbarê derketina şerê di navbera Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, Fadil Mîranî ragehdna ku, kesê ku pirgirêkan ji proseya aştiyê re derdixin kêmterxem in, wê proseyê hêviyeke mezin li cem hikûmet û gelê Kurd jî li her çar aliyên Kurdistanê çandibû, ti bihaneyek ji her aliyekî şer re nîne, ji ber ku Herêma Kurdistanê baca hebûna PKK li ser axax xwe daye, herwiha baca bombebarana firokeyên Tirkiyê dide.

Mîranî da zanîn jî ku, hê Herêma Kurdistanê wek beşekî ji Iraqê ye, xwegirêdan bi welatekî din ve jî bi wateya kêmzamîna niştimanî ye, ev di demekê de ye ku PDK xwedan rol bû di bihêzkirina dilsoziya niştimanî bo Iraqê. Helbet ev bombebaran jî gelek aloze û pişt bi rêkeftina hikûmeta Sedam û Tirkiyê girêdaye, dema ku rê bi artêşa Tirkiyê dan ku bi kûrahiya 16 KM bêne nav axa Herêma Kurdistanê, piştre jî 7 KM, niha jî Hikûmeta Iraqê nikare PKK derbixe û nikar e jî bombebaran Tirkiyê rawestîne, mixabin hikûmeta piştî Sedam jî ew rêkeftin neguhert.

Fadil Mîranî da zanîn jî ku, Herêma Kurdistanê niha rûbirûyê çend krîzan bûne, krîza şerê li dijî DAIŞê û krîza darayî ya Iraqê û rewşa wê ya siyasî jî bandor li me kiriye, herwiha şerê Sûriyê û şerê Tirkiyê û PKK jî bandor li me kiriye.

Derbarê proseya siyasî li Herêma Kurdistanê jî, bi berçavgirtina hemû wan krîzên ku rûbirûyê me bûne, dema serokê herêm an serokê dewletê îdareya proseyeke siyasî dike ku li ser bigeha lihevkirin an demokrasiyê be, berê xwe dide baştirîn bijarde, ku ew jî hilbijartinên pêşwextin, helbet ev jî yasayî ye.

Mîranê diyar kir jî ku, hilbijartina serok ji aliyê xelkê ve baştir e ji hilbijartin wî ji aliyê parlementeran û di navbera çar dîwaran de.

Derbarê serokatiya Serok Barzanî jî di rêbertiya welat de, Mîranê tekez kir ku PDK înkar nake ku kesên din ên baş bo rêvebirina vî welatî de hene, lê pêwîstiya rewşa niha ya navçeyê wiha dixwaze Serok Barzanî ku kesayetiyeke lihevhatî ye û xwedan pêgeheke bihêz li ser astê herêm û navdewletî ye, wek serok di karên xwe de berdewam be, eger ev şerê ku li ber deriyê me ye û krîzên navxweyî yên Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîstiya wan Serok Barzanî nebaye, dê partiya wî jî nexwestiba ku bo van her du salan wek serok bimîne, ji ber ku em partiyek ligel yasayê ne, herwiha li dijî dektatoriyet û xwesepandinê ne.

Herwiha Mîranî ew gotegot red kirin ku dibêjin Kurdan mifa ji DAIŞê wergirtiye bo cîbicîkirina madeya 140 ji destûra Iraqê û wiha berdewan kir, li gelek navçeyê azadkirî wek Zumar, Rebîhe û devera Şingalê, welatiyên Kurd û Ereb û Tirkmen û Xirîstiyan û ji aliyê olî ve misilman û êzdî û xirîstî, tevde pêkve dijîn.

Mîranî da zanîn jî ku, Serok Barzanî daxwaz ji Bexdayê kiriye ku ji bi biparêzgehkirina Şingalê rê û şûnên pêwîst cîbicî bike, ev jî ji bo taybetmendiya Şingalê ye û ji bo wê sitema ku li xelkên wê hatiye kirin…Helbet Şingalê ji aliyê dîrokî ve jî Kurdistan e.

Derbarê pirsa serxwebûnê jî, Mîranî da zanîn ku, bi berçavgirtina yasayên navdewletî û rewşên babetî û xudî, pêwîste gavan bi arasteyî serxwebûnê de biavêjin. divê bi awayekî yasayî û aştiyane ev pirs çareser bibe.

Beriya niha jî sedem hebûn ku Kurd nikaribin bigehine xewnên xwe, helbet gelek sedem jî di rewşa niha de baştir in, ji ber ku Sûriyê ku her kes dizane çawa ye û herwiha Iraq jî, lê mixabin vê carê rewşa xudî ne bi arasteyî bidestxistina vê encamê de ye.

Nûçeyên têkildar