Li Parîsê xweragiriya Kurdan bilind hat nirxandin

KDP.info-Parîs- Di konferensa salan ya boriya serkirdayetiya lawên Ewropayê li Parîsa paytexta Fransayê birêve diçe, behsa xweragiriya xelkên Kurdistanê beramber terorîstên DAIŞê hatiye kirin.
Cîgirê Serokê Lawên Demokratîk ên Cîhanê, Felah Hesen, di konferensê de gotarek pêşkeş kir, ku têde behsa nêrîna wê rêxistinê ji aliyê aborî ve kir û got, xot fakterên bihêzin bo pêşvebirina welat bi gitşî û aborî bi taybetî.
Piştire amaje bi aloziyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de kir, ji birîna mûçe û budceya xelkên Kurdistanê, ligel wê yekê ku Pêşmergeyên Kurdistanê li şûna tevaya cîhanê şerê terorê dikin.
Herwiha amaje bi hebûna milyonek û 600 hezar penaber li Kurdistanê dike, hevdemî wê krîza aborî jî.
Cîgirê Serokê Lawên Demokrat ên Cîhanê gelê Kurd bi xweagir binav kir û got: “ne hesan e bo her gelekî bi wî awayî xwe ragir be û şerê terorê ligel hebûna wê krîza aborî bike.”




