Xelkê Rebîe vedigerin ser malên xwe

Rebîe-KDP.info- Endamekî Encumen nahiyeya Rebîe ragihand ku % 95ê xelkê sînorê wî nahiyeyê vegeriyane ser malên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rê parêzgarê Dihokê hewl dide avakirina wê deverê.
Hemûd Husên Miyanî Endamê Encumena Nahiyeya Rebîe ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji dema ku Pêşmerge nahiyeya Rebîye azad kiriye û diparêzin, xelk dest bi vegera ser mal û malên xwe kirine û heta niha % 95ê xelkê vegeriyane ser mal û milkê xwe.”
Miyanî wiha got: “Îro em li parêzgeha Dihokê bûn û biryar e ku alîkariya me bikin û xizmeta me bikin, ji ber ku terorîstên DAIŞê bajareke wêran li şûna xwe hiştin.”
Wî Endamê Encumena Nahiyeya Rebîe wiha domand: “Heta niha Hikûmeta Iraqê ti alîkarî nedaye me û tenê parêzgeha Dihokê alîkariya me kiriye.”




