25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şehab: Aliyên li ser wê yekê yeknêrîn in ku pirsa serokatiyê Siyasî ye, ne yasayî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkidatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û endamê şanda danûstandina a PDK ragihand, aliyên siyasî yeknêrîn in ku pirsa serokatiyê wek ku siyasî ye û pêwîst e li derveyî parlamentoyê were çareserkirin, hiqasî ne pirseke yasayî ye. Herwiha dibêje, piştî civîna 19 Tebaxê û daxwaza 5 aliyên siyasî bi derengxistina civîna parlamentoyê ku di baweriya wan de dikarin nîsaba parlamentoyê temam bikin û pirseke here girîng derbas bikin yan zextê bixin ser PDK.

Dilşad Şehban ji beşê kurdî yê Dengê Amerîka re ragihand ku, aliyên siyasî yeknêrîn in ku pirsa serokatiyê wek ku siyasî ye û pêwîst e li derveyî parlamentoyê were çareserkirin, hiqasî ne pirseke yasayî ye.

Şehban wiha domand, piştî civîna 19 Tebaxê û daxwaza 5 aliyên siyasî bi derengxistina civîna parlamentoyê ku di baweriya wan de dikarin nîsaba parlamentoyê temam bikin û pirseke here girîng derbas bikin yan zextê bixin ser PDK.

Dilşad Şehban wiha got: “Rast e ya ku PDK pêşkêşî maseya danûstandinan kiriye, ne piroje ye ku ji ber ku piroje pêşkêşî parlamentoyê tê kirin, lê mebesta me bû ku wereqeya xwe jî bixin rojevê de û em hemû li ser lihev bikin û piştre bi rêya fraksiyona xwe pêşkêşî parlamentoyê bikin.”

Nûçeyên têkildar