26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka: Di vê qonaxê de bedîlê Barzanî tune ye

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser kirîza ku li Başûrê Kurdistanê li ser serokatiya Barzanî derketiye, ragihand, ew mesele ji bo Amerîka “ciddî û girîng e”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ji Rûdawê re li ser kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê axivî û got, guhertinên siyasî û leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka girîng û ciddî ne…

Her çiqas rayedarên fermî yên Washingotinê bi eşkere negotibin jî lê li gorî çend jêderan, Amerîka alîgirê wê yekê ye ku Barzanî li ser erka xwe bimîne.

Pispor û zanayên amerîkî jî dibêjin, di şert û mercên niha de alternatîfê Barzanî tine…

Helwesta Amerîka û pisporên amerîkî li ser kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê di demekî de tê ragihandin ku partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ev çend roj in li ser çawaniya çareserkirina wê kirîzê hevdîtin dikin.
 

Nûçeyên têkildar