Mûçeyê koçberên Iraqê yên li Kurdistanê tê birîn..Pilaneke Ebadî eşker bû
__2015_08_22_h18m7s56__LB.jpg)
Bexda-KDP.info- Hikûmeta Iraqê mûçeyê fermanberên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê dibire û parlemanterekî Iraqê jî dibêje ev biryar siyasî ye. Herwiha pisporekî siyasî jî dibêje ev hewl pilanekî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye, ew jî bo xistina zextê li ser Hewlêrê.
Serperiştiyarê Kampaniya 35 a Saziya Civaka Sivîl Sîrwan Gerdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî zanyariyên ku ketine destê me de, ew fermanberên ku li Herêma Kurdistanê ne mûçeyê wan hatiye birîn, bi taybetî jî yên ku ji Mûsilê hatine, lewma divê Hewlêr û Bexda bi hevre hekariya hev bikin bo xweşiya jiyana van penaberan.”
Parlamentera Iraqê a kurd Necîba Necîb ew nûçe ji malpera KDP.info re piştrast kir û wiha got: “Ew biryar siyasî ye û zêdetir ew biryar erebên sunnî girtiye. Ew ji bo vê yekê hewlên xwe didin da ku mûçeyê wan neyê birîn.”
Herwiha çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê Şêrwan Ebdulrehman ji malpera KDP.info re ragihand: “Birîna mûçeyê wan fermanberan metirsîdar e. Ew yek pilan e û armanca wê xistina zexit û fişarê ye li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Eger ew siyaseta Bexdayê berdewam be, dê kirîza aborî ya Herêma Kurdistanê zêdetir bibe.”




