26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji ber bêhnvedana parlementoyê, komîteya amadekirina destûrê jî kar nake

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Hewlêr- Komîteya amadekirina destûrê daxwaz ji Parlementoya Kurdistanê dike ku, heyama kar û erkên wê zêde bike.

Endamê komîteyê Firset Sofî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, wam daxwaz pêşkeşî Serokatiya Parlementoya Kurdistanê kirine, ji bo ku heyama karê wan bo 3 mehan zêdetir bikin, lê niha parlemento di bêhnvedanê de ye û pêwîste ji bo wê mebestê civîneke awarte li dar bixe.

Sofî diyar kir ku, dê dirêjkirina dema karê komîteya amadekirina destûrê wê bikeve piştî bidawîhatina bêhnvedana parlementoyê ku 1ê Îlonê bidawî tê.
 

Nûçeyên têkildar