25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Şingalê 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Şingal- Fermandarê eniya Şingalê ragehand ku, îro Şemiyê danê vîroyê, terorîstên DAIŞê êrîş kirine ser pêgehên Pêşmergeyên Kurdistanê, lê bi tundî bersiva wan hat dayîn û 20 terorçst jî hatin kuştin.
Haşim Sîteyî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, terorîstên DAIŞê li nêzîk kelha Sayîl Beg ya nava Şingalê, êrîş kirine ser Hêzên Pêşmerge, lê bi tundî bersiva wan hat dayîn.
Sîteyê da zanîn ku, di wî şerî de firokeyên şer ên hevpeymanan jî beşdar bûn, di encamê de bêhtir ji 20 terorîstan hatin kuştin, niha jî şer bidawî bûye û rewş aram e.

Nûçeyên têkildar