26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Almanya çaverêyî 800 hezar penaber e

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Almanya îsal çaverêyî 800 hezar penaber e, ku ev hejmar ji her demê bêtir e. Duh wezareta navxwe ya Almanyayê pêşbîniya xwe ji bo penaberên ku îsal li Almanyayê serlêdana mafê penaberiyê bikin, sererast kir û ji 400 hezarî hilda 800 hezar penaberan. Ti caran di nava salekê de hewqas penaberan li Almanyayê serlêdana mafê penaberiyê nekiribû.

Di destpêka salên 1990î de herî zêde penaberan berê xwe dabûn Almanyayê û salane derdora 400 hezarî serlêdana mafê penaberiyê kiribûn. Hejmara ku îsal tê pêşbînîkirin duqatî wan deman e.

Li gor wezîrê navxwe yê Almanyayê, Thomas de Maizière, Almanya nikare demeke dirêj salane 800.000 penaber bihewîne û divê li ser asta Ewropayê çareseriyek ji bo parvekirina penaberan bi ser welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de bê dîtin û got:

“Îsal em mecbûr in û emê barê vê yekê hilgirin. Lê demdirêj 800.000 ji bo welatekî weke Almanyayê zêde ye, bi taybetî eger em li hejmarên ku welatên din yên Ewropayê dihewînin binêrin. Niha em ji sedî 40ê hemû penaberên ku tên Yekîtiya Ewropayê dihewînin.“

Nûçeyên têkildar