26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şer di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de derket

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezareta Parastina Koreya Başûr ragihand, di navbera artêşa wî welatî û artêşa Koreya Bakur de şer û pevçûn derketiye.

Wezareta Parasttina Koreya Başûr îro 20ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, leşkerên Koreya Bakur îro navendeke leşkerî ya Koreya Başûr da ber gulleyên topan û artêşa wî welatî jî di bersivê de bi topxaneya xwe li çend cihên di nava axa Koreya Başûr da.

Wezareta Parastina Koreya Başûr di daxuyaniya xwe de ragihandiye, ew binkeya leşkerî bi qasî 60 km ji bajarê Seoul a paytextê wî welatî ve dûr e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku hêj ti agahî derbarê zirarên canî de nayê zanîn, lê tekez hat kirin ku ew herêma ku êriş li wê pêkhatiye, bo parastina cane wan ji xlekên sivîl tê valakirin.
 

Nûçeyên têkildar