Tirkman û mesîhî jî dixwazin di civînên 5 alî de beşdar bin

Hewlêr-KDP.info- Nûnerekî tirkman di Encumena Parêzgeha Hewlêrê de dibêje, em wek pêkhateyên tirkman û mesîhî dixwazin di civîna bê ya 5 aliyên Kurdistanê de beşdar bibin û em dizanin ku tenê Goran rê li pêşiya beşdariya me digire.
Îmad Refet Endamê Encumena Hewlêrê ji para pêkhateya tirkman ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna 5 alî ku civîneke çarenivîsaz e û em wek pêkhateyên tirkman û kild û asorî û siryan pêkhateyê resen ên vê herêmê ne. Lê Tevgera Goran naxwaze em di wan civînan de beşdar bin, lewma em jî li dijî wî helwestê Goran in, ku pêwîst e em jî tê de beşdar bin û rola me jî di rêveberiya vî welatî de hebe, ji ber ku pirsa tifaqê di culture kurdî de pêwîstî bi beşdariya pêkhateyên Kurdistanê jî heye.”
Îmad Refet wiha got: “Em dixwazin Serok Barzanî bimîne serokê Herêma Kurdistanê, ji ber ku bo vê gonaxê mana wî pêwîst e û di berjewendiya xelkê de ye.”




