25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civîna aliyên siyasî erênî bû..Sibe jî dicivin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civîna 5 alî ya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya îro di rewşeke aram erênî de bi dawî hat. Biryar e sibe jî dîsa ew alî bicivin.

Îro careke din civîna 5 alî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Komela Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Tevgera Goran li Hola Sead Ebdulah li Hewlêrê birêve çû.

Li gorî agahiyan, ew civîn di rewşeke aram û erênî de bû û biryar hatiye dank u sibe jî her 5 alî dîsa bicivin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, “Tevgera Goran nermiyek li hember pirojeya PDK nîşan daye  û ew piroje dibe bingeha gotûbêjan di navbera aliyên siyasî de, lewma ji bo vê mebestê jî Nêçîrvan Barzanî ligel Serok Barzanî dicive.”

Nûçeyên têkildar