Wezareta Petrola Kurdistanê: PKKê soz daye êdî boriya petrolê neteqîne

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Samanên Sirûştî (petrol) ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku heta niha ji ber teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê û dizîna petrolê, 501 milyon dolar ziyan gihîştiye Herêma Kurdistanê. Wezaretê her wiha ragihand, PKKê garantî daye hikûmetê ku êdî boriya Kurdistanê neteqîne.
Dawiya meha Tîrmeha îsal, boriya ku petrola Kurdistanê tê re derbasî Tirkiyê dibe, li nêzîkî navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû teqandin.
Wê demê Wezareta Samanên Sirûştî ragihandibû, ji ber teqîna boriya petrolê 250 milyon dolar ziyan gihîştiye Herêma Kurdistanê.
Lê Wezaretê di daxuyaniyeke nû de ragihandiye, ji ber dizîna petrola Kurdistanê ji aliyê “bandên diziyê” ve 251 milyon dolar ziyan gihîştiye Kurdistanê. Bi vî rengî di encama teqîna boriyê û dizîna petrolê de 501 milyon dolar ziyan li Kurdistanê ketiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji ber êriş û dizînê, ji roja 1ê Hezîranê ve heta 17ê Tebaxê hinartina petrolê mîna berê berdewam nîne ji ber wê jî divê hikûmeta Tirkiyê û şîrketa BOTAŞê ya Tirkiyê hewlên zêde bidin ji bo parastina boriyê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Samanên Sirûştî, PKKê garantî daye hikûmeta Kurdistanê ku êdî boriya petrolê neteqîne.
Wezaretê bersiva rexne û gazindên aliyên siyasî û medyaya Başûr jî daye û gotiye, bila ti kes ji ber wê bûyerê loma ji Wezaretê neke çimkî ew bûyer ne di bin kontrola wezaretê de ye, li şûna wê bila yên ku rexne dikin, êrişên li ser boriya petrolê şermezar bikin.




