26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Goran û YNK rêgirbûn ji tifaqê re..Civîna îro fêl bû ji xelkê re”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlemanterekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, Goran û YNK û Komela Îslamî dixwestin Yekgirtû bi wê yekê tohmetbar bikin ku ew bûye sedema lidarneketina civîna parlamentoyê, lê ew dibêje Goran û YNK rêgirbûne ji tifaqê re, herwiha civîna îro fêl bû ji xelkê re.

Sehrab Rêkanî, Parlemanterekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “YNK û Tevgera Goran hewl dank u destpêşxeriya Yekgirtû bû tifaqa aliyên siyasî li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê sernekeve. Tişta ku îro çê bû ne rûniştina parlamentoyê bû, fêl û henek bi milit bû, ji ber ku hemû aliyên siyasî lihevkiribûn ku heta Yekşema bê ew rûniştin nû pêk were, lê mixabin serokê Parlamento desthilatên xwe bikar nahîne û daxwaz ji fraksiyonên nava parlamentoyê dike û ew fraksiyon jî daxwaz ji parlamenteran dikin îmzeyan kom bikin pêşxistina civînê.”

Sehrab Rêkanî wiha domand: “Ji her aliyekî re ev bawerî çêbû û ji serî de wan dizanîbû ku ne bi tifaqî be ew pirs çareser nabe, lê tenê mebesta wan razîkirina alîgirên xwe bû û bo propagenda medyayî bû, herwiha xwe wek şêr bidin xuyakirin û aliyên din wek tohmetbar.”

Parlemanterekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, Goran û YNK û Komela Îslamî dixwestin Yekgirtû bi wê yekê tohmetbar bikin ku ew bûye sedema lidarneketina civîna parlamentoyê, lê ew dibêje Goran û YNK rêgirbûne ji tifaqê re, herwiha civîna îro fêl bû ji xelkê re.

Nûçeyên têkildar