25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Aliyên siyasî ji Encumena Şûra bersiva yasayî û ji parlamentoyê bersiva siyasî wergirtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksiyona PDK di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, ew aliyên siyasî yên ku xwestin qanûnan bi kêmîne û piranî derbas bikin, îro ji Encumena Şûra bersiva yasayî û ji parlamentoyê bersiva siyasî wergirtin.

Omêd Xoşnaw, Serokê Fraksiyona PDK di Parlamentoya Kurdistanê de di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Me sibir kir heta em gihîştin vê rojê. Hemû hewlên me bo wê yekê bûn yekrêziya me ya niştimanî têk neçe, herwiha tifaq û rêfeftina me têk neçê. Em îro li pêşiya xelkên Kurdistnê serbilind in ku hewlên me gihîştin encamê û îradeya parlamento rê li pêşiya îradeya xweferizkirinê girt.”

Xoşnaw wiha got: “Ji aliyekî ve wek em ji duhî ve dibînin ku hemû aliyên siyasî di civînan de ne da ku bigihên tifaqekê, lê mixabin îro hink aliyên siyasî xwestin wan hewlan têk bidin, lê dîsa îradeya xelkê Kurdistanê û îradeya kesên ku bi berpirsyaretî tevger kirin, bersiva wan aliyan da. Em îro jî tekez dikin ku jibilî tifaqê ti rêyekî din li pêşiya me tune ye. Em dîsa berê xwe didin parlamenteran û serokê Parlamentoyê ku destpêkek nû ji jiyana siyasî û canekî nû bo çareserkirina nakokiyan pêngavan bavêjin.”

Serokê Fraksiyona PDK di Parlamentoya Kurdistanê de wiha got: “Bila aliyên siyasî careke din hizra kêmîne û piraniya dengan nekin. Li gorî madeya 6 ya parlamentoyê ev mijar careke din nabe mijara parlamentoyê, ku divê hêz û aliyên siyasî li derveyî parlamentoyê lihev bikin û piştre em mijar bê nava parlamentoyê. Em hêvîdar in ew rêkeftin çêbibe û em wek PDK ti alî bi şikestî di vê mijarê de nabînin.”

Derbarê berdewambûna serokê Herêma Kurdistanê li ser karê xwe, Omêd Xoşnaw wiha got: “Encûmena Şûra biryar li ser wê mijarê daye, ku Serok Barzanî bi tevahiya desthilatên xwe li ser kursiyê xwe bimîne heta hilbijartinên bê, ku ev bersiva qanûnî bû. Herwiha îro wan aliyan îro li parlamentoyê bersiva siyasî jî wergirtin.”
 

Nûçeyên têkildar