26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji ber şerê PKK û Tirkiyê, 38 malbatên Şemzînanê debiderî Mêrgesorê bûne

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Soran- Ji ber şerê PKK û Tirkiyê, 38 malbatên Şemzînana Bakurê Kurdistanê derbiderî bajarokê Mêrgesora Başûr bûne.

Qayimqamê Mêrgesorê, Xefûr Ehmed, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ji ber şerê PKK û Tirkiyê, bi dehan welatiyên sînorê Şemzînanê derbider bûne û niha gehiştine Mêrgesorê.

Xefûr Ehmed da zanîn ku, li gor amarên li berdest, heta niha 38 malbat ku ji 241 endamî pêk tên gehiştina Mêrgesorê.

Navborî diyar kir ku, heta niha kamp ji wan derbiderna re nehatiye avakirin.

Nûçeyên têkildar