26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cengîz Çandar: kurdên başûr bi serokatiya Barzanî piştîvanya avakirna devereka Kurdî li Sûriyê dikin

Çavkanî: KDP.info

Nivîskar û rojnamevan Cengîz Çandar ji rojnameya Radîkal ya Turkiya re diyar kir ku kurdên başûr bi serokatiya Barzanî piştîvanya Kurdên rojava dikin dako mafê xwe wergirin.

Çandar  diyar kir  ku daxwazên kurdan li Sûriyê deverek wek ya Kurdan li Îraqê li Sûriyê jî bihête avakirin û got Kurdên Îraqê jî piştivaniya wê yekê dikin.

Cengîz Çandar basa rola serok Barzanî kir jibo yekîtiya kurdên rojava û got:" Birêz Masûd Barzanî hemû partên Kurdên Sûriyê li Hewlêrê komkir da ku ew rêkkeftinekê di navbera xwede dirust bikin."

Çandar basa giringiya wê rêkkeftinê kir û got:" Ew rêkkeftina li Hewlêrê di navbera wan de hatiye îmzakirin bo Kurdên Sûriyê û xebata wan ya siyasî gelek giring bû, ji ber ku piştivaniya Barzanî bandora xwe ya mezin dê hebît."

Nûçeyên têkildar