26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewldanên civandina Parlementoya Kurdistanê serneketin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Hinek aliyên siyasî hewldanên xwe dikirin bo ku Parlementoya Kurdistanê îro bicivênê, lê ji ber ku hejmara yasayî ya parlementeran amade nebûn, lewma ew hewldan serneketin.

Tevî ku di civîna duh ya aliyên siyasî de biryar hatibû dayîn ku, civîna parlementoyê bo Yekşema bê were paşxistin, lê frakesyonên heman partiyên ku ew biryar dabûn, hewl dan ku civîna parlementoyê îro birêve biçe.

Şikstina hewldanên wan aliyên siyasî piştî wê yekê hat ku, ji koma 111 parlementeran, tenê 53 parlementer amade bibûn, lewma civîn nehat li darxistin.
 

Nûçeyên têkildar