26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civîna parlementoyê hat paşxistin..her pênc alî rêdikevin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Her pênc aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê li ser çend prensîpên serekî rêkeftin, da ku li ser bingeha wan bigehe lihevkirinê bo çareserkirina qeyranan.

Her pênc aliyên sereke, Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê û Komela Islamî ya Kurdistanê ji duh, Sêşemê, danê êvarî û heta serê sibeha îro di civînê de bûn.

Civîn gehişte wê biryarê ku daxwaz ji serokê parlementoya Kurdistanê bê kirin ku civîna parlementoyê bo roja Yekşema bê paş bixe, ji bo gehiştin bi lihevkirineke niştimanî.

Ji mebesta lihevkirina niştimanî jî, dê aliyên siyasî her roj lihev bicivin.

Nûçeyên têkildar