26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

16 aliyên siyasî daxwaz kirin parlamento civîna sibe paş bixe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civîna lûtke ya partiyên Başûrê Kurdistanê daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê kir, civîna neasayî ya sibe ya parlamentoyê derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de paş bixe.


Civîna lûtke ya partiyên Başûrê Kurdistanê derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de bi dawî hat.

Civînê di saet 18:00an de li hola şehîd Seid Ebdullah li paytextê Kurdistanê bajarê Hewlêrê dest pê kir û bi qasî 3 saetan dom kir.
 
Herwiha Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Îranê Brett McGurk, Balyozê Brîtanya li Iraqê Simon Kolis  û Balyozê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Nikolay Mladenov di civîna lûtke ya hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de amade bibûn.

Piştî bi dawî hatina civînê konfranseke rojnamevaniyê hat lidarxistin û tê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand: “Di civînê de nêrîneke bihêz hebû ku daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê bê kirin da ku civîna sibe ya parlamentoyê paş bixe.”

Fûad Hisên got: “Di civînê de nêrînên aliyan hatin behskirin û behsa wê yekê hat kirin ku çawan serederî ligel civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê were kirin.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha tekez kir: “Nêrînek gellek bihêz di civînê de hebû ku daxwaz ji parlamentoyê bê kirin da ku civîna neasayî ya sibe ya parlamentoyê paş bikeve.”

Fûad Hisên da xuyakirin: “Du sedem hene ku civîna sibe ya parlamentoyê were paşxistin. Yekem, gotûbêjên ciddî hene da ku civînên navbera aliyên siyasî bigihîjin encam û ewa duyem jî ew e ku hinek partiyan pêwîstî bi wê yekê heye ku bi serkirdatiya partiya xwe re şêwir bikin da ku bikarin biryara xwe ya dawiyê bidin.”

Hisên di dirêjiya axavtinên xwe de ragihand: “Civîna îşev serekvtî bû û dê civînên aliyên siaysî berdewam bin da ku derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bigihîjin lihevhatinekê.”
 

Nûçeyên têkildar