PDK pirojeya xwe da aliyên siyasî..Îşev civîna pilind a aliyên siyasî jî tê lidarxistin

Hewlêr-KDP.info- PDK daxwaza xwe da aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û îşev civîna pilind a aliyên siyasî jî tê lidarxistin û Tevgera Goran jî tevlî wê civînê dibe.
Biryar e piştî civîna her 16 aliyên siyasî saet 6:30 li bajarê Hewlêrê, civîna 5 alî ya aliyên siyasî birêve biçe. Li gorî agahiyên Rûdawê Tevgera Goran jî di civînê de beşdar dibe.
Di civîna her 16 aliyên siyasî de nûnerê Amerîka, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî de amade bûn, lê piştre ji civînê derketin.
PDK di wê civînê de pirojeya xwe pêşkêş kir.
Di projeya PDKê de çend pêşniyar bo çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatine amadekirin ku tê de tekez li ser wê yekê tê kirin, sîstema rêvebirina Herêma Kurdistanê parlemanî ye.
Herwiha di projeya PDKê de ew yek hatiye pêşniyarkirin, ku Serokê Herêma Kurdistanê heta dawiya vê xûla Partlamentoya Kurdistanê berdewam be li ser kursiyê serokatiyê.
Di beşeke din a projeya PDKê de behsa wê yekê jî hatiye kirin, pêwîst e desthilatên her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê werin rêxistinkirin û demek were diyarkirin da ku hemû alî li ser şêweya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bigihîjin lihevhatinekê.
PDK di projeya xwe pêşniyar dike, encûmeneke bilind a siyasî were damezrandin ku ji Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê û cîgirn wan, herwiha kesên yekem ên aliyên beşdar di hikûmet û parlamentoyê de, nûnerên tirkman, kild, suryan û aşûrî pêk tê.
Li gor wê projeyê, erkên wê encûmenê hatine desnîşankirin ku “nirxandin û standina biryar li ser pirsên giring ên asayişa neteweyî, bi taybet jî helwesta derbarê mafê çarenivîsê, pêwendiyên ligel Iraq, welatên cîran û parçeyên din ên Kurdistanê de” erkên sereke yên wê encûmenê ne.
Di projeyê de herwiha tê gotin: “Serokê Herêma Kurdistanê çend kesatiyên di nava Encûmena Bilind a Siyasî de destnîşan dike da ku ligel wezîr û berpirsên pêwendîdar çavêdriya dosyayên, çareseriya şûwanrên du îdareyiyê, yekxistina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, Asayişa neteweyî û pêwendiyan, çareserkirina rewşa aborî û debara xelkê, rêxistin û îdarekirina awareyan, mafê diyarkirina çarenivîsê û dosyay petrolê de bike.”




