Ziyana teqandina boriya Kurdistanê 501 milyon dolar bû

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, ji 1 Îlonê ve û êrişa ser boriya petrola Herêma Kurdistanê, yak u petrolê bi rêya Tirkiyeyê vediguhêze, bi qasî 501 milon dolar ziyan gihîştiye Herêma Kurdistanê.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku, ji ber dizîna berdewam a petrolê ji aliyê boriya Kurdistan – Tirkiye, 251 milyon dolar gihîştiye Herêma Kurdistanê, herwiha ji ber êrişa ser boriya petrolê di dawiya Tîrmehê 250 milyon dolar ziyan gihîştiye Hikûmeta Herêma Kurdistanê.




