Serok Barzanî û Mehsum tekez li ser rêkeftin û diyalogê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir û di wê hevdîtinê de proseya siyasî û rewşa serbazî û bereyên rûbirûbûna terorîstan xistin behs û tekez kirin ku terorîst şikestên berdewamdane û wan tu paşarojek tune ye.
Îro sêşem 18.08.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Selahedîn pêşwaziya Dr. Fuad Mesûm Serok Komarê Iraqa Federal kir.
Li hevdîtinê de proseya siyasî û rewşa serbazî û bereyên rûbirûbûna terorîstan xistin behs û tekez kirin ku terorîst şikestên berdewamdane û wan tu paşarojek tune ye.
Her li vê hevdîtinê de rewşa navxweya Herêma Kurdistanê hate behs kirin û her dû alî tekez kirin ku pêwîst e cûdahiya nêrînan û nakokiyên siyasî bi rêkkeftin û diyalogê di navbera aliyan da bêne çareser kirin.
Behskirina guhertinên navçeyê bi awayeke giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




