“Mana Serok Barzanî li ser kursiyê xwe, dilê malbatên şehîdan xweş kir”

Soran-KDP.info- Dayîka Şehîdan Ayişe li pêşiya ofîsa parlamentoyê ragihand ku mana Serok Barzanî di kursiyê xwe de dilê malbatên şehîdan xweş dike û Kurdistanê jî ber bi kenareke aram ve dibe.
Dayîke Ayişe ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro wek malbatê şehîdan û enfalên Soranê me serdana ofîsa Soran a Parlamentoya Kurdistanê kir, ew jî bi nûneratiya malbatên şehîd û enfalan derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê yadaştek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û daxwaz ji aliyên siyasî kiriye ku rêzz li xwîna şehîdan bigirin.”
Dayîka şehîdan wiha got: “Ez wek dayika şehîdan bi navê malbatên şehîdan daxwaz dikim ku bo îroya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi Serok Barzanî heye , heta hilbijartinên bê de bimîne, ta Kurdistan ber bi kenarekî aram ve biçe û ji vê kirîzê rizgar bike, herwiha mana Serok Barzanî li ser kursiyê wî dilê malbatên şehîdan xweş dike.”
Di dawiyê de, yadaştek pêşkêşî parlamenteran hat kirin da ku bi zûtirîn desm bigihînin Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê.




