Çemçemal.. Li dijî baregeha PDK êrişabi guleyan
__2015_08_18_h17m1s26__LB.jpg)
Çemçemal-KDP.info- Berpirsê liqa 19 ya PDK li Çemçemal ragihand ku, şevê din baregeha PDKê rastî êrişa guleyan hat, lê cihê dilxweşiyê ye ku ti ziyanên canî derneketin, bo vê mebestê jî wan gilî kir û ti kes û alî jî nehatine tohmetbarkirin.
Ferhad Kerkûkî, Berpirsê liqa 19 ya PDK li Çemçemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 2:18 ê şevê din, çend çekdarên nenaskirî ji dûriya 500 – 600 mitran û bi çekên cuda yên BKC û klaşinkofê gule avêtin baregeha PDK,lê cihê dilxweşiyê ye ku ti ziyanên canî derneketin û piştre pasevanên me bersiva wan dan û bi duh wan ketin, lê ew reviyan û nehatin girtin.”
Ferhad Kerkûkî wiha got: “Me li cem polîs gilî kir, lê me ti alî tohmetbar nekiriye, ji ber ku em nikarin ti kesekî tohmetbar bikin. Dibe ku ev êriş zêdetir girêdayî kirîza siyasî be û ji ber pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê be. Ên ku ew kar kirine, nehezên me ne, lê em naxwazin rewş aloz bibe û em tenê aramiyê dixwazin.”
Kerkûkî wiha domand: “Ên bi wî karî rabûne, kesên tirsonek in, ji ber ku dizanin ew nikarin bi vî awayî ti ziyanekê bigihînin me û ne jî karin ti bandore li me bikin.”




